Salîh Muslîm- `Li herêmê Kurd êdî ne faktor in, lê aktor in
00:00
00:00
Embed Code (recommended way)
Embed Code (Iframe alternative)
Please login or signup to use this feature.

Rupelê Batîfa : Hevserokê PYD Salîh Muslîm destkeftên sala 2014 ji bo Rojavayê Kudistanê û rewşa Sûriyeyê nirxand û da zanîn ku di sala derbasbûyî de Kurd, şûnê ku faktor bin, bûn aktor. Muslim da zanin ku avakirina sîstema nû ya Rojava û parastina nirxên neteweyî bi hev re hat meşandin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Rojavayê Kurdistanê rêzdar Salîh Muslîm bû mêvanê radyoya`Spûtnîk Kudistan` û pirsên Kamîz Şeddadî bersivandin.

Li herêmê Kurd êdî ne faktor in, kurd êdî aktor in
Hevserokê PYD da dibêje: “Di destpêke de alîyên şer ên li herêmê, hêzên ku piştgiriya şer dikirin, veşartî bûn. Lê îsal hemû aşkere bûn û deketin holê. Encamê şerê 2014 dîyar kir ku Kurd, şûnê ku faktor bin, bûn aktor. Ew êdî bi xwe dikarin bandor li hevsengiya herêmê bikin û destkeft û berjewendiyên xwe biparêzin. Cîhan fehm kir, ku yên li herêmê nirxên mirovayetî diparêzi, kurd in, an ku projeya kurdan hîn bêhtir reh berda û berfirehtir bû. Ji alîkî ve şer bû, ji alîyekî din jî hem parastina xwe bû, hem jî avakirina sîstemê bû. Sîstemê ku kurdan li Rojava ava kirine, qebûl bû. Di asta navneteweyî de jî hate naskirin. Kobanî bû sembola berxwedan û parastina nirxên mirovayetîyê. Li gelek dewletan gel derketin kolanan ji bo piştgirîdana parazvanên Kobanê”.
Li ser rewşa Sûriye ya bi giştî jî Muslîm dibêje: “Îsal şer hîn dijwartir meşiya, hejmara kuştiyan zêdetir bû. Aşkere bû ku kesên li pişt vê şerê ne, hêzên tundrew in. Û gelek hêzên herêmî û navneteweyî jî piştgiriya wan hêzan dikin”.
Berxwedana Kobanê riya yekîtiya neteweyî vekir
Li gorî nêrîna hevserokê PYD, di sala 2014 de di warê yekîtiya neteweyî de gavên giring hatin avêtin: “Kobanê nîşan da ku kurd hemû di xeterê de ne. Aşkere bû ku hêzên tundrew hemû kurdan kirine hedef. Û li hemû parçeyên Kurdistanê gel piştgiriya xwe nîşan da berxwedana Kobanê û derketin kolalan. Ev yek jî, riya yekîtiya sîyasî û yekîtiya leşkerî vekir. Hêzên HPG, Peşmerge û YPG bi hev re parastina hevbeş kirin û gavê li hemû cebheyan de mil bi mil parastina erdên Kurdistanê dikin. Yekîtya han, careke din pêwîstiya Kongreya Netewî derxist holê”.
Lêvegera Sîyasî deskefteke mezin a Rojava ye
Yek ji destkeftên sala darbasbûyê ji Rojavayê Kurdistanê, li gorî nêrîna Salîh Muslîm, pêkanîna peymana Dihokê bû: “Li Rojava Lêvegera Sîyasî hat damezrandin, herçend di pratîkê de baş nameşe. Ji ber ku hin partiyên di nava ENKS de giringiya dîrokî ya vê pêvajoyê baş nanirxînin. Hêviya me ev e ku di sala nû de hemû nakokiyên di hêlê Lêvegera Sîyasî de çareser bibin û dest bi rêvebirineke hevbeş bikin”.
Hedefa pêşîn rizgarkirina Kobanê ye
Salim Muslim hedefên li Rojavayê Kurdistanê ji bo sala 2015-an weha tîne ziman: “Di sala 2015 de hedefa me ew e ku em bikaribin ji her sê kantonan re rêveberiyeke hevpar saz bikin û di pratîkê de bidin meşandin. Bê guman rizgarkirina Kobanê hedefa herî pêşîn e. Bi azadiya Kobanê re jî, yekkirina her sê kantonan wê asantir bibe”.
Şengal reha kurdayetiyê ye
Salîh Muslîm rizgarkirina Şengalê destkeftên giring a sala 2014-an dizane: “Adazdbûna Şengalê ji aliya hêzên hevpar ên kurdan, bû serekftineke din a sala 2014-an. Dema DAÎŞ êrîşî Şengalê kir, hedefan wê ew bû ku dest bavêje reha kurdan. Dema dar ji rehê xwe tê hilkirin, ew êdî careke din şîn nabe. Lewma jî dijmin xwest Şengal ji rûyê redê rake. Lê îro Şengal azad e û ez hêvî dikim ku gelê me yê êzîdî di demek nêz de wê vegere malên xwe”.

Licence : All Rights Reserved


X