Upload Cover
About:

Batîfa an jî Batîfê dikeve bakurê rojhelatê Zaxo, ev devere li destpêkê dihat hijmartin ligel devera Sindiyan paş li sala 1924'an bo yekem car ev devere bi nave Gulî hat hijmartin. Bêgoman bo yekem car gundê Bêrsivê dihat hijmartin wek navçe, paş bo demekê kurt gundê Dêmka dibîte navçe û herwesan Gundê Behmûn jî wek herdu gundên dî dibîte navçe bo demekê kurt. Li dawiyê gundê Batîfa dibîte nehî û her ta nuke jî her ew e. Ramana Batîfa ew e ku cihek deştî ye û ba û barov bi ser da dihên. Batîfa dihêt dabeşkirin li ser du beşan, yek ew e ku dikevite ser deşta Sindiyan ve û beşê duyê jî yê çiyayî ye.
Devera Batîfa dihêt hijmartin yek ji deverên giring ji bo kiştokalî, yek ji giringiyên wê ew e, ku rûbarê Xabûr di nava çiyayên wê deverê da dihêt, mina çiyayê Nizor, Rûsê, Serkî, Şowînî, Şabanî û çendekên din. Ji bilî rûbarê Xabûr ev du rûbarokên dî jî yên giring yêt heyîn, ew jî rûbarokê Keşanê û Sîrkutkî yan jî Banikê û çendîn kaniyên binav û deng yêt heyîn.

Hindek ji şînwarên kevnar yên vê deverê even xwarê ne[biguherîne]

Kelha Şabanî
Kelha Biçowanî
Pira Nizorê yako dikevîte ser rûbarê Xabûr.
Pira Boçona yako dibêjin ya hatiye duristkirin li ser demê Mîrgeha Behdînan.
Şînwarên Kirit û Bêgova.
Rûberê devera Batîfayê 208 km in û 76 gundan bi xo ve digirîtin. Dihêt diyarkirin ku ev deverek wek hemî deverên dî yên Kurdistanê ji aliyê rejîma Beesê ve hatiye wêran û kavilkirin


Dengbêjên devera Gûliya[biguherîne]

Nayif Keşanî
Hekim Nîzorî
Feriq Ekmaley
Şefiq Ekmaley
Mihemed Hecî Têcêr
Şefiq Sûlî[çavkanî pêwîst e]
Emçed Gulî
Edîb Gulî
Silêman Gulî

Çend navdarên devera Guliya[biguherîne]

Suleman Axa/sulemane qote
Sadiq Bro
Hebîb Hacî
Fetah Gulî
Sadeq Hajehsen
Hebîb Keleş
Hisên Hacî


Xwandingehen Batîfa[biguherîne]

Amadeya Batifa Kuran (spêdeya)
Amadeya Batifa (êvaran)
Amadeya şehîd mela emîn KiÇan
Qutapxan Çîmen ya bineret KiÇan
Qutapxan Pêşmerge ya bineret (êvaran)
Qutapxan şabany ya bineret
Qutapxan Herêm ya(Seretay)
Qutapxan Têkel ya(Seretay)
Qutapxan Zanin ya(Seretay)
Qutapxan êketya Birayan ya(Seretay)
Qutapxan Kejin ya (Seretay)

............................................................................
کوردی/بـــــاتیفا


ناحیا باتیفا

سه‌نته‌رێ وێ باژێركێ باتیفا یه‌ , دكه‌ڤیته‌ باكورێ سه‌نته‌رێ قه‌زایێ ئه‌و دگه‌ل ناحیا ده‌ركارێ ئێك ناحیه‌ بون لێ ل سالا 1924 ناحیه‌كا نوى هاته‌ دانان بناڤێ ناحیا (گولى) وسه‌نته‌رێ وێ ل گوندێ (دێمكا) بو پاش بو گوندێ به‌هنونه‌ هاته‌ ڤه‌گوهاستن پاش ل باژێركێ باتیفا بنه‌جه بو , باتیفا دكه‌ڤیته‌ سه‌ر رێكا سه‌ره‌كى یا كو ده‌ڤه‌را به‌روارى بالا ب زاخو ڤه‌ گرێدده‌ت ورامانا وێ ب زمانێ كوردى ئانكو ده‌ڤه‌را ده‌شتا كویر یا كو ل زڤستانا باروڤێن به‌فرا لێ دهێن. ئه‌ردێ ناحیێ بو دوو ده‌ڤه‌را دهێته‌ پارچه‌كرن یائێكێ ده‌ڤه‌را ده‌شتێ ئه‌وژى درێژه‌پێدانا ده‌شتا سندى یه‌ هه‌تا روبارێ خابور , ده‌ڤه‌را دووێ یا چیایى یه‌ یا ب دول ونهال وگر وجهێن بلند و ئاسته‌نگه‌ گه‌له‌ك روبار وشیفكێن ئاڤێ وكانى لێ هه‌نه‌ ومفا بو چاندنێ ژێ دهێته‌ وه‌رگرتن. ژیانا خه‌لكێ ناحیێ ل سه‌ر چاندنا به‌رهه‌مێ زڤستانێ یه‌ وه‌كو گه‌نم وجه‌ه ونیسك ونوك ... هتد وده‌شت وجهێن باش یێن چاندنێ دهێنه‌ ب كارئینان زێده‌بارى چاندنا ده‌رامه‌تێ هاڤینى وه‌كو برنج وباجان وكه‌سكاتى ,ل ڤان سالێن دوماهیێ خه‌لكێ ده‌ڤه‌ه‌رێ ده‌ست ب چاندنا دارێن فێقى كریه‌ مینا سێڤ وخوخ وهورمیك وهنار ومشمش , هه‌روه‌سا نهالێن وێ ب چاندنا دار سپیندارا یا بناڤ وده‌نگه‌ زێده‌بارى چاندنا گویز وفسته‌ق , بو ئاڤدانێ مفا ژ روبارێن زریزه‌ وسیركوتكى وخابورى دهێته‌ وه‌رگرتن , هه‌روه‌سا خه‌لكێ ده‌ڤه‌رێ ته‌رش وكه‌والى بخوداندكه‌ت ژبه‌ر هه‌بونا كوز وچه‌روانێن به‌ر فره‌ه ل ده‌ڤه‌رێن چیا كو سه‌قایه‌كێ خوش وئاڤه‌كا بوش لێ هه‌یه‌ , ژچیایێن وێ (نزدور - رویسێ – كه‌شان – سه‌ركێ شوینێ –به‌هنونه‌ – شابانى). ژ روبارێن وێ روبارێ زریزه‌ – سیركوتك – خابور . ل ناحیێ گه‌له‌ك شوینوارێن مێژویى هه‌نه‌ و (15) جه ژلایێ رێڤه‌به‌ریا شوینوارێن دهوكێ هاتینه‌ توماركرن ژوانا (كه‌لها شابانیێ یا بناڤ وده‌نگ , كه‌لها كه‌شانێ , كه‌لها بێجوانێ , پرا نزدورێ ل سه‌ر روبارێ خابورى كو دبیت ل سه‌ر ده‌مێ میرنشینا بادینان هاتبیته‌ دانان , شوینوارێن كرێت وبێگوڤا ...). روبه‌رێ ناحیێ (208) كم2 و(73)گوندا بخوڤه‌ دگریت وته‌ڤ گوند هاتبونه‌ خرابكرن پێش وپاشى ئه‌نفالا بتنێ سه‌نته‌رێ ناحیێ وكومه‌لگه‌ها بێگوڤا تێ نه‌بیت , لێ پشتى دامه‌زراندنا حكومه‌تا هه‌رێما كوردستانێ ده‌ستێ ئاڤه‌دانكرنێ گه‌هشته‌ وێ ده‌ڤه‌رێ وژیان ڤه‌گه‌رانده‌ پتریا گوندێن ناحیێ

................................................................


Batufa / English

Batufa Small town located on the High land in Guli tribal land and it consider the center of Guli area in addition to Bekova. Batufa Have large population comparing the surrounding area, its also shopping center for the rural area, it have small market serve the need of people around Batufa

........................................................................................

عربی



ناحية الكولي : مركزها قصبة باتويفا (باطوفة) تقع في شمال شرق مركز القضاء وكانت تشكل ناحية واحدة مع ناحية السندي الآ انها استحدثت عام 1924 بأسم ناحية الكولي واتخذت من قرية (ديمكا) مركزاً لها ثم نقلت الى قرية (بهنونه) ثم استقرت في (باتويفا). وتقع على الطريق الرئيسي الذي يربط منطقة برواري بالا بمدينة زاخو. ومدلولها اللفظي يعني في اللغة الكردية المنطقة السهلية المعقرة التي تهب عليها العواصف الثلجية في الشتاء. ويمكن تقسيم اراضي الناحية الى منطقتين منطقة سهلية تشكل امتداداً لسهل السندي حتى نهر الخابور والمنطقة الثانية منطقة جبلية وعرة تكثر فيها الوديان السحيقة والمرتفعات الجبلية الصعبة المسالك وتكثر في هذه المنطقة الانهر والجداول والعيون المائية التي يستفاد منها في الزراعة ويعتمد اهالي الناحية على الزراعة بموسميه الشتوي كالحنطة والشعير والحمص والعدس وغيرها مستغلين المناطق السهلية والمسطحة والتي تشكل امتداداً لسهل السندي بالاضافة الى الزراعة الصيفية كالرز والطماطة وكافة انواع الخضروات وتحول الاهالي في الاعوام الاخيرة الى زراعة الاشجار المثمرة كبساتين التفاح والخوخ والكمثري والرمان والمشمش والاجاص وتشتهر وديانها باشجار الاسبندار بالاضافة الى الكروم بانواعه والجوز واللوز مستفيدين من مياه نهير زريزه ونهير سيركوتك وكذلك الاستفادة القصوى من نهر الخابور. ويربي اهالي الناحية الماشية مستفيدين من وفرة المراعي الخصبة في الجبال حيث الجو المعتدل والمياه الوفيرة. واهم جبالها نزدور، رويسى، كشان، سه ركي شويني، بهنونه، شابانى.
واهم انهارها:
1. زريزه .
2. سير كوتك .
3. خابور.

تكثر في الناحية الاماكن التاريخية والاثرية وسجلت دائرة اثار دهوك (15) موقعاً اهمها:-
1. قلعة شاباني الشهيرة .
2. قلعة كشان .
3. قلعة بيجوانى .
4. برا نزدور على نهر الخابور وعلى الارجح شيدت في عهد امارة بادينان.
5. اثار كريت وبيكوفة وغيرها.
ومساحة الناحية (208)كم2 وعدد قراها (60) دمرت جميعها قبل واثناء عمليات الانفال ولم يبق منها غير مركز الناحية ومجمع بيكوفا القسري ولكن بعد تشكيل اقليم كردستان امتدت اليها يد العمران والبناء وتم اعادة الحياة الى معظم قراها.

Batifa.Delal`s Uploads

  • Salîh Muslîm- `Li herêmê Kurd êdî ne faktor in, lê aktor in
    Salîh Muslîm- `Li herêmê Kurd êdî ne faktor in, lê aktor in Rupelê Batîfa : Hevserokê PYD Salîh Muslîm destkeftên sala 2014 ji bo Rojavayê Kudistanê û rewşa Sûriyeyê nirxand û da zanîn ku di sala derbasbûyî de Kurd, şûnê ku faktor bin, bûn aktor. Muslim da zanin ku avakirina sîstema nû ya Rojava û parastina nirxên neteweyî bi hev re hat meşandin. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Rojavayê Kurdistanê rêzdar Salîh Muslîm bû mêvanê radyoya`Spûtnîk Kudistan` û pirsên Kamîz Şeddadî bersivandin. Li herêmê Kurd êdî ne faktor in, kurd êdî aktor in Hevserokê PYD da dibêje: “Di destpêke de alîyên şer ên li herêmê, hêzên ku piştgiriya şer dikirin, veşartî bûn. Lê îsal hemû aşkere bûn û deketin holê. Encamê şerê 2014 dîyar kir ku Kurd, şûnê ku faktor bin, bûn aktor. Ew êdî bi xwe dikarin bandor li hevsengiya herêmê bikin û destkeft û berjewendiyên xwe biparêzin. Cîhan fehm kir, ku yên li herêmê nirxên mirovayetî diparêzi, kurd in, an ku projeya kurdan hîn bêhtir reh berda û berfirehtir bû. Ji alîkî ve şer bû, ji alîyekî din jî hem parastina xwe bû, hem jî avakirina sîstemê bû. Sîstemê ku kurdan li Rojava ava kirine, qebûl bû. Di asta navneteweyî de jî hate naskirin. Kobanî bû sembola berxwedan û parastina nirxên mirovayetîyê. Li gelek dewletan gel derketin kolanan ji bo piştgirîdana parazvanên Kobanê”. Li ser rewşa Sûriye ya bi giştî jî Muslîm dibêje: “Îsal şer hîn dijwartir meşiya, hejmara kuştiyan zêdetir bû. Aşkere bû ku kesên li pişt vê şerê ne, hêzên tundrew in. Û gelek hêzên herêmî û navneteweyî jî piştgiriya wan hêzan dikin”. Berxwedana Kobanê riya yekîtiya neteweyî vekir Li gorî nêrîna hevserokê PYD, di sala 2014 de di warê yekîtiya neteweyî de gavên giring hatin avêtin: “Kobanê nîşan da ku kurd hemû di xeterê de ne. Aşkere bû ku hêzên tundrew hemû kurdan kirine hedef. Û li hemû parçeyên Kurdistanê gel piştgiriya xwe nîşan da berxwedana Kobanê û derketin kolalan. Ev yek jî, riya yekîtiya sîyasî û yekîtiya leşkerî vekir. Hêzên HPG, Peşmerge û YPG bi hev re parastina hevbeş kirin û gavê li hemû cebheyan de mil bi mil parastina erdên Kurdistanê dikin. Yekîtya han, careke din pêwîstiya Kongreya Netewî derxist holê”. Lêvegera Sîyasî deskefteke mezin a Rojava ye Yek ji destkeftên sala darbasbûyê ji Rojavayê Kurdistanê, li gorî nêrîna Salîh Muslîm, pêkanîna peymana Dihokê bû: “Li Rojava Lêvegera Sîyasî hat damezrandin, herçend di pratîkê de baş nameşe. Ji ber ku hin partiyên di nava ENKS de giringiya dîrokî ya vê pêvajoyê baş nanirxînin. Hêviya me ev e ku di sala nû de hemû nakokiyên di hêlê Lêvegera Sîyasî de çareser bibin û dest bi rêvebirineke hevbeş bikin”. Hedefa pêşîn rizgarkirina Kobanê ye Salim Muslim hedefên li Rojavayê Kurdistanê ji bo sala 2015-an weha tîne ziman: “Di sala 2015 de hedefa me ew e ku em bikaribin ji her sê kantonan re rêveberiyeke hevpar saz bikin û di pratîkê de bidin meşandin. Bê guman rizgarkirina Kobanê hedefa herî pêşîn e. Bi azadiya Kobanê re jî, yekkirina her sê kantonan wê asantir bibe”. Şengal reha kurdayetiyê ye Salîh Muslîm rizgarkirina Şengalê destkeftên giring a sala 2014-an dizane: “Adazdbûna Şengalê ji aliya hêzên hevpar ên kurdan, bû serekftineke din a sala 2014-an. Dema DAÎŞ êrîşî Şengalê kir, hedefan wê ew bû ku dest bavêje reha kurdan. Dema dar ji rehê xwe tê hilkirin, ew êdî careke din şîn nabe. Lewma jî dijmin xwest Şengal ji rûyê redê rake. Lê îro Şengal azad e û ez hêvî dikim ku gelê me yê êzîdî di demek nêz de wê vegere malên xwe”.
    Batifa.Delal 00:12:28 555 0 Downloads 0 Comments
Batifa.Delal
  • Batifa.Delal
  • profile viewed 566 times
  • message share profile
X